Karbidestê NYyê: Lêpirsînên serbixwe li ser Siwêdayê bikin

Karbidestê NYyê: Lêpirsînên serbixwe li ser Siwêdayê bikin

PeyamaKurd – Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk piştî pevçûnên li Siwêdayê, başûrê Sûriyeyê ku bi sedan kesî can da, daxwaza lêpirsînên serbixwe, bilez û zelal kir.

Volker Turk got, "Divê ev xwînrijandin û tundûtûjî bi dawî bibe, û parastina mirovan divê şertê sereke be." û ji hikûmeta demkî ya Sûriyeyê xwest ku tavilê tedbîran bigire da ku kesên berpirsiyar werin darizandin û pêşî li bûyerên bi vî rengî yên din bigirin.

Bajarokê Siwêdayê ya ku piraniya nîştecihên wê Durzî ne û di navenda pevçûnên roja Yekşemê de ye, piştî êrîşên hêzên hikûmeta Şamê bi krîzeke mirovî ya giran re rû bi rû maye. Bi sedan kes hatine kuştin, sivîl hatine îdamkirin, mal hatine talankirin û îşkenceyên hovane li wan hatine kirin.

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Hevrêzkirina Karûbarên Mirovî (OCHA) ragihand ku nêzîkî 2,000 malbat ji ber şer koçber bûne. Her çend hikûmeta demkî ya Sûriyeyêê leşker şandine Siwêdayê da ku "asayîşê biparêzin", jî lê şahidên bûyerê û çavkaniyên Durziyan ragihand ku ev hêz bi hevkariya eşîrên bedewî tevdigerin û li dijî sivîlan binpêkirinan mafên mirovî dikin.

Volker Turk her weha nîgeraniya xwe li ser mirina sivîlan a di encama êrîşên asmanî yên Îsraîlê li Siwêda, Dera û Şamê de anî ziman. Turk got, "Kiryarên wekî êrîşa roja Çarşemê ya li Şamê ji bo sivîlan xetereyeke mezin çêdikin. Divê ev êrîş rawestin."

Karbidestê NYyê tekez kir ku gelê Sûriyê ewlehî û edaletê dixwaze, ne tundûtûjî, şer û tolhildanê.

 

Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.