Senatorê Amerîkî gef li Sûdanî xwar: Êrîşên ser Kurdistanê dewam bikin em ê perê we nedin

Senatorê Amerîkî gef li Sûdanî xwar: Êrîşên ser Kurdistanê dewam bikin em ê perê we nedin

PeyamaKurd- Senatorê Amerîkî yê Komariyan Joe Wilson, gef li Sûdanî xwa û got, eger êrîşên xwe yên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê ranewestînin, ew dê pereyên wan asteng bikin.

Wilson daxwaz kir ku Iraq ji bikaranîna pereyên petrolê yên ku di yedega federal de hatine danîn bê astengkirin, ev jî di çarçoveya zextên li ser Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de ye, ji bo pêşîgirtina li êrîşên li ser şîrketên petrolê yên biyanî yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin.

Joe Wilson li ser hesabê xwe yê Xê got: "Êrîşên milîsên Iraqî li ser hêzên Amerîkayê û şîrketên petrolê yên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin."

Wilson bal kişand ser, "Nabe êdî pereyên petrola Iraqê di yedega federal de bên bikaranîn, herwiha divê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî rêkarên biryarder bide ber xwe. Wekî din, ew bi xwe dê rûbirûyî encamên bitirs bibe."

Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.