Hêzên Durzî: Me piraniya cihên stratejîk ên li Siwêdayê kontrol kir

Hêzên Durzî: Me piraniya cihên stratejîk ên li Siwêdayê kontrol kir

PeyamaKurd- Encûmena Leşkerî ya Durziyan a Siwêdayê ragihand ku hêzên wan piraniya cihên stratejîk ên li herêmê kontrol kirine û wê heta paqijkirina hin xalên ku pevçûn hene, çalakiyên xwe bidomînin.

Encûmena Leşkerî ya Siwêdayê bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya medyaya civakî ragihand ku hêzên wê piraniya cihên stratejîk ên li Siwêdayê kontrol kirin û ew dev ji mafên gelê xwe bernadin.

Di daxuyaniyê de, sersaxî ji malbatên endamên wan di êrîşan de can dane re hate xwestin û ji bo birîndaran jî selametî hate xwestin.

Hate diyarkirin, “xwîna şehîdan a paqij wê bibe meşaleya rêya serkeftinê” hate destnîşankirin, xelkê Siwêdayê û xelkê Bedewî yek laş e û “Ew hemû fedakarên vê xaka paqij in, bi jiyana hevbeş bawer dikin û bi hemû hêza xwe wê diparêzin”.

Herwiha hate ragihandin, “Encûmena Leşkerî radigihîne ku piraniya cihên stratejîk ên li herêmê kontrol kirine. Hemwextî wê hêzên wan ên leheng çalakiyên xwe yên paqijkirina hin xalên ku hêj lê pevçûn bi endamên terorîst ên tundraw re hene, dewam dikin.

Ew endam ji herêmên mîna Idlibê û hwd hatin. Ji aliyê çolistanê ve jî rêxistina terorîst a DAIŞê êrîşên hovane pêk tîne.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew bi tu şêweykî teslîmbûnê yan jî tawîzdana li ser mafên gel, qebûl nakin.

Dawiyê jî hate gotin: “Em nikarin komkujiyên hovane yên li dijî herêmên me pêk hatine, paşguh bikin. Ew komkujî dema komên tundraw û terorîst ên qaşo hikumeta veguhêz ketina bajêr û gundewarê wê hatin kirin. Em vê yekê aşkear dibêjin: Em rê nadin ku ev sûc dubare bibin û hebûna hêzên tundraw li ser xaka Siwêdayê red dikin.”

Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.