Şerê li Suweydayê car din geş bû

Şerê li Suweydayê car din geş bû

PeyamaKurd – Li başûrê Sûriyê li najarê Suweydayê Erebên Bedû û hêzên Durzî car din şer dikin. Durzî radigihînin ku temamê herêma xwe xistine bin destê xwe.

Mala Çavdêriya Mafên Mirovan SOHR ragihand ku temamê kesên ku eşîrên Ereb xwe nîşan didin, hêzên Ahmed Şara ne û cilên eşîrên Ereban li xwe kirine.

Şerê ku niha heye li rojava û xeta bakûrê Suweydayê ye. Hêzên lîderê Durzî yên Hecrî îro piştî nîvro karibûne Ereban 4 km derxin derveyê bajêr û Durzî bi giranî dronan û nîşanciyên baş bikartînin.

Di şerê Durziyan de Îsraîl destekê dide wan ji ber Îsraîl naxwaze Erebên tundrew an ku HTŞ bibe cîranê Îsraîlê da ji wan re arîşeyan peyda bike.

Durzî, bi baweriya dînî gelek nêzî baweriya ehlî Heq in û ti cudatî naxin navbera mirovan.

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.