Wezîrên bergiriyê yên Îsraîlê û DYAyê li Pentagonê civiyan: Mijar operasyonên ser Îranê

Wezîrên bergiriyê yên Îsraîlê û DYAyê li Pentagonê civiyan: Mijar operasyonên ser Îranê

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê DYAyê Pete Hegseth û wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Yisrael Katz, li Amerîkayê li baregeha Pentagonê civiyan. Di civînê de li ser tehdîdên ewlehiyê yên hevpar û li ser operasyonên ku kirin ser bernama nuklerî ya Îranê axifîn.

Her dû wezîr berya bikevin civîna bo çapemeniya girtî daxwuyaniyên kurt dan. Hegseth bo hemkarê xwe Katz bixêrhatina wî kir û got:

“ Yê dinyayê û herêmê diguherîne, Îsraîl bo çi hevkarekî mînake, ji tehdîdan fêm dike, ji bo tevgerên nav welatê xwe şiyanên we yên bikevin nav tevgerê hene û hem hun dikarin tehdîdên hevpar yên ewlehiyê ferq bikin û ji bo van hemûyan ez we pîroz dikim.”

Hegseth, behsa êrîşên ser Îranê yên 22yê Hezîranê kir û got ku ew 3 tesîsan ji ortê rakirine û pesnê şiyanên DYAyê yên di êrîşê de da û medyayê rexne kir bê çima vêya fêm nake.

Hegseth, got ku her raporên di derbarê tesîsên Îranê yên nuklerî de ji wan re diçin, nîşan didin ku êrîş çiqas bi bandore û got:

“Ev ne tenî ji bo tesîsên nuklerî ne lê ji bo temamê dinyayê peyamekî bû. Kiryarên DYA û Îsraîlê şeklekî nûh daye herêmê, derfetên bêhempa afirandiye. Ji ber van kiryaran em bi Îsraîlê re ne û me biryarê daye ku mafê xweparastina Îsraîlê xwurt bikin. Dixwazî bila şiyan bin, bila bergirî be an aştiya mayîn de be.”

Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Katz jî got ku ji operasyona nîvê şevê bandorê girtine, ev biryara serok Trump ya bi wêrekî û biryara dîrokiye, Îsraîl bi DYA re santrala nuklerî ya Îranê herifandiye. Katz got:

“Hedefa me ya hevpar ew e ku em serkeftinên xwe dewam bikin, nehêlin ku Îran bernama nuklerî û hilberîna li pey hev ya fuzeyan bike. Hevkariyekî me ya tê zanîn heye; em ê hiberîna bi hevre ya fuzeyan, İHAyan û bergiriyê xwurt bikin.”

Operayona ku DYA û Îsraîlê di 22yê Hezîranê de kiribûn ser Îranê, navê ‘Çakûçê Nîvê Şevê’ lê danîbûn.

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.