Tammy Bruce: Amerîka ne li dijî federaliya Sûriyeyê ye

 Tammy Bruce:  Amerîka ne li dijî federaliya Sûriyeyê ye

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê, Tammy Bruceê, di civîneke çapemeniyê de ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ne li dijî avakirina federaliyekê an rêveberiya xweser li Sûriyê ye, lê biryara dawî divê ji aliyê gelê Sûriyeyê ve were dayîn.

Ev daxuyaniyê di demekê de tê ku nîqaşên li ser mafên Kurdan û çareseriyeke siyasî ya Sûriyeyê zêde dibin, û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) rola girîng dilîze.Di daxuyaniya xwe de Bruceê anî ziman ku Amerîka piştgirî nade federaliyekê bi zorê, lê ew bi awayekî erênî li çareseriyekê dinêre ku mafên komên etnîkî û olî, bi taybetî Kurdan, diparêze.

Bruceê got:

“Em ne li dijî teoriya federalîzmê ne, lê divê ev biryar ji aliyê welatiyên Sûriyeyê ve bi awayekî demokratîk were girtin,” 

Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.