Brîtanya: pereyê ku ji bo lêkirina mizgeftekê hatibû berhevkirin, hat dizîn

PeyamaKurd – 3 mela bi dizîna zêdetirî 500,000 paundên xêrxwaziyê yên ji bo mizgeftekê li Birminghamê têne tawanbarkirin, xwepêşandan li dar ketin.
Zêdetirî 500,000 paundên xêrxwaziyê, yên ji bo avakirina mizgeftekê li Birminghamê yê Brîtanyayê ji misilmanên Kurd hatibûn komkirin, winda bûne.
3 melayên, Ebdul Hemîd Tahir (Kurî Pak), Hecî Sefer û Hecî Aram, di berhevkirina pereyan de rola sereke lîstine, lê mizgeft nehat çêkirin.
Hat ragihandin ku ji Adara 2025an ve mela hevdu tawanbar dikin; Kurî Pak qebûl kir pere winda bûne, lê Hecî Sefer xwe berpirsyar nizane. Zêdetirî 150,000 paund hatine desteserkirin, û doz li dadgeha Brîtanî didome.
Xwepêşandan li Birminghamê li dar ketin û bertekên tund li ser medyaya civakî hatine nîşandan. Rûniştvanekî misilman derbarê bûyerê de li ser Tiktokê got:
Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.“Pere bi navê mizgeftê hatin berhevkirin, lê hatin dizîn.”





