Qamişlo: Komxebata Yekitiya Kurdî hat lidarxistin

PeyamaKurd – Komxebata “Yekitiya Kurdî” li Qamişlê bi armanca xurtkirina yekrêziyê û diyarkirina rola Kurdan di paşeroja Sûriyeyê de pêk hat.
Li bajarê Qamişlê yê Rojavayê Kurdistanê Komxebata “Yekitiya Kurdî: Rêyên Xurtkirinê û Asoyên Paşerojê” bi tevlibûna rêveberên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS), Rêveberiya Xweser, nûnerên partiyên siyasî, kesayetiyên serbixwe û nûnerên civaka sivîl hate lidarxistin.
Armanca komxebatê gotûbêjkirina rêyên yekgirtina Kurdî û destnîşankirina rola Kurdan di dahatûya siyasî ya Sûriyeyê de bû.
Mihemed Îsmaîl, Serokê ENKSyê, di axaftina xwe de tekez kir:
“Bê çareserkirina doza Kurdî, aramî li Sûriyeyê çênabe. Divê Sûriye ji bo hemûyan be, li ser bingeha demokrasî, pirneteweyî û edaletê.”
Wî anî ziman ku ENKS ji diyalogê re vekirî ye û diyar kir, “Destê me ji bo hevkariyê bi hemû aliyan re dirêj e, em li dijî şer û nakokiyan in.” Mihemed Îsmaîl her weha bal kişand ser kêmbûna baweriya gel bi hikûmetê û pêwîstiya parastina mafên hemû aliyan.
Ji aliyê din ve, Îlham Ehmedê, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, kombûnên yekrêziyê wek gaveke dîrokî nirxand û got:
“Cudabûna fikrî dewlemendî ye, lê divê nebe sedema parçebûnê.”
Wê her weha pêwîstiya hebûna Kurdan di rêveberiya nû ya Sûriyeyê de destnîşan kir û weha dewam kir:
“Dersên dîrokî ji bo avakirina Sûriyeyeke yekgirtî girîng in.”
Hate ragihandin ku komxebat dê xebatên xwe li ser sê mijarên sereke bidomîne: xurtkirina yekitiya Kurdî, aliyê neteweyî yê belgenameya yekrêziyê, û rola Kurdan di Sûriyeyê de bi vebijarkên destûrî.
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.





