Bexdayê peymanên enerjiyê yên Kurdistan-Amerîkayê red kir

Bexdayê peymanên enerjiyê yên Kurdistan-Amerîkayê red kir

PeyamaKurd – Di serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya li Washingtona paytexta Amerîkayê de, şanda Herêma Kurdistanê di warê enerjiyê de bi 2 kompanyayên mezin ên Amerîkayê 2 peymanên petrolê îmze kirin.

Kompanyayên petrolê, HKN Energy û Western Zagros bi awayên cuda du peymanên mezin û girîng di warê pêşxistina sektora petrolê ya Herêma Kurdistanê de li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kirin ku hikûmeta Amerîkî jî piştevaniya wan peymanan dike.

Piştî belavbûna nûçeya peymanên enerjiyê yên Kurdistan-Amerîkayê Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand ku peymanên kompanyayên Amerîka û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê betal in û ew wan peymanan nas nake.

Wezareta Petrolê ya Iraqê got, "Em rêkarên taybet bi peymanên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ya ji bo hilberînên li Kêlgeha Mîran û Kêlgeha Topxane-Kurdemîrê yên li parêzgeha Silêmaniyê red dikin."

Wezareta Iraqê diyar kiriye, "Tevî pêwîstiyan ji bo geşkirina qebareya hilberîna gazê û tijekirina pêwîstiyên navxweyî ji bo stasyonên karebayê lê ew rêkarên ku Herêma Kurdistanê wergirtine bi eşkere dijî yasayên Iraqê ne. Çavkaniya petrolê milkê hemû nifşên gelê Îraqê ye û her hilberîneke di wê çavkaniyê de pêk were divê bi rêya Hikûmeta Federal re be."

Hatiye gotin ku li gorî destûra Iraqê û biryarên Dadgeha Federal a Iraqê ew peyman pûç û betal in.

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yên Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed jî ragihandiye ku bi 2 kompanyayên Amerîkayê re 2 peymanên enerjiyê hatine îmzekirin ku bihayê wan zêdetirî 100 milyar dolar e.

 

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.