Îsraîlê îznê da 93 TIR ên alîkariyê ku herin Xezzayê

Îsraîlê îznê da 93 TIR ên alîkariyê ku herin Xezzayê

PeyamaKurd – Îsraîlê di encama zordayîna nevdewletî ku nedihişt ji 2yê Adarê heya îro alîkarî here Xezayê, îznê da 93 TIR ên alîkariyê ku herin Xezayê. Lê dezgeyên mirovî radigihînin ku ev miqdar gelek kême û ji pêdiviyên herêmê re têr nake.

Di daxwuyaniya Yekîneya Koordînasyona Tevgerên li ser Axa Fîlîstînê (COGAT) de hat gotin ku Îsraîlê gotiye wê alîkarî tenê ji bo li Xezayê xela çênebe, wê bi wê miqdarê îznê bide. Piştî ragihandina Îsraîlê 93 TIR alîkarî di deriyê Kerem Ebû Salimê de derbasî Xezayê bûn

Çûna alîkariyê di bin kontrola rayedarên artêşê û qedemeyên siyasî de derbasî Xezayê bûn û berya derbas bibin, rayedarên Îsraîlê TIRan kontrol kirin.

Îsraîlê do jî îzna 5 TIRan dabû û bi yên Îro re jimara wan bû 98 TIR.

Îsraîl ditirse ku di TIRan de sîlih hebin û hem alîkariya ku diçe Xezayê, bi wê alîkariyê çekdarên Hamasê xwe têr dikin û pê îdara xwe dikin.

Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.