Rêber Ehmed: Ti gavên pratîk ji bo çekdanîna PKKê nehatine avêtin

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, derbarê biryara xwehilweşandin û çekdanîna PKKê de daxuyanî da û ragihand, hîn ti gavên berbiçav derbarê biryara danîna çekan a PKKê nehatine avêtin.
Rêber Ehmed li Hewlêrê li ser biryara danîna çekan a PKKê û mijarên di rojevê de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Ehmed got: “Heta niha pêvajoyeke ku bi pêş dikeve nîne. Ev mesele pêvajoyeke di navbera PKK û Tirkiyeyê de ye” û diyar kir, di navbera PKK û Tirkiyeyê de danûstandin didomin.
Wezîrê Navxwe da zanîn: “Heta niha di pratîkê de ti gav nehatine avêtin. Rola me wekî Herêma Kurdistanê ew e ku navbeynkariyê di navbera her du aliyan de bikin û beşdarî pêvajoyê bibin. Em dê vê rola xwe bidomînin.”
Ehmed bal kişand ser wê yekê ku hûrgiliyên pêvajoyê ne zelal in û got, “Li gor aliyên ku li ser mijara danîna çekan diaxivin jî, hinek xal hîn ne zelal in. Pêdiviya vê mijarê bi diyalogeke zêdetir û zelalkirinê heye.”
Rêber Ehmed da xuyakirin ku PKK hîn negihiştiye qonaxa bicihanîna biryarên kongreya xwe û bi bîr xist, ew di daxuyaniyên xwe de behsa “hêviya gavên ku dê ji aliyê Tirkiyeyê ve werin avêtin” dikin.
Ev nivîs 139 car hatiye xwendin.




