Serokê Îstixbarata Tirkiyê û Ehmed Şera civiyan: Mijara sereke YPG bû

PeyamaKurd - Serokê Îstîxbarata Tirkiyê (MÎT) ya Tirkiyê Îbrahîm Kalın, bi Serokê qonaxa veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera, Wezîrê Derve Esad Şeybanî û Serokê Îstîxbarata Sûriyê Huseyîn Es-Selame re li Şamê civiya.
Hate ragihandin ku civîn doh 19ê Gulanê pêk hatiye û mijara sereke çekdanîn û entegrekirina YPG/HSDê bûye.
Hatiye diyarkirin ku di hevdîtinê de ku têkiliyên dualî yên di navbera Tirkiye û Sûriyê hatin nirxandin, girîngiya yekparçeyîya Sûriyê, serwerî û aramiya siyasî hat axaftin.
Di hevdîtinê de mijarên YPGê ku çekên xwe deyne û tevlî Sûriyeya nû bibe, ewlekariya sînor û dergehên gumrikê, girtîgeh û wargehên ku endamên DAIŞê lê ne û radestkirina wan ji rêveberiyê re hatin gotûbêjkirin. Kalin diyar kiriye ku Tirkiye amade ye her cure piştgiriyê bide rêveberiya Şamê.
Ev nivîs 118 car hatiye xwendin.




