Mesrûr ??Barzanî bi endamên Kongra Amerîkayê Abraham Hamadeh û Adam Simith re civiya

Mesrûr ??Barzanî bi endamên Kongra Amerîkayê Abraham Hamadeh û Adam Simith re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washingtonê bi endamên Kongre ya Amerîkayê bi Abraham Hamadeh û Adam Simith re ji hev cuda hevdîtin kir.

Endamê Konre ya Amerîkayê Hamadeh li ser seredana serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî got ku di seredana Barzanî de, Barzanî bo berjewendiyên temamê hemwelatiyên Iraqê du peymanan îmza kiriye û ji peymanan raziye. Hamadeh her weha behsa girîngiya pêşdebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û DYAyê kir.

Serokwezîr Barzanî bi sedema sala borî ku Abraham Hamadeh bo endamtiya kongrê hatibû hilbijartin ew pîroz kir û jê re serkeftinê xwest. Barzanî, bi sedema desteka Hamadeh ya bo Herêma Kurdistanê sipasiya wî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her weha bi nedamê kongre ya Amerîkayê bi Adam Smith re jî hat cem hev. Di hevdîtinê de her dû teref behsa pêşdeçûnên li Herêma Kurdistanê, Iraqê û yên herêmê kirin.

Her dû teref li ser girîngiya xwurtkirina têkiliyên di temamên sehayan de yên navbera DYAyê û Kurdistanê kirin û her weha avakirina hukumeta 10em ya Herêma Kurdistanê mijara wan bû.

Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.