Marco Rubio: Dibe ku deshilata nû ya Sûriyê di nav çend hefteyan de hilweşe

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got ku dibe desthilata veguhêz a Sûriyeyê tenê di nav çend hefteyan hilweşe,
Marco Rubio li ser rewşa Sûriyê û rejîma nû ya bi seroktiya Ehmed Şera got, “Nirxandina me wiha ye, dibe ku desthilata veguhêz a Sûriyeyê tenê çend hefteyan dûrî rûxînê û şerê navxwe be.”
Marco Rubio, li ser danîna pêwendiyan bi Sûriyê re da zanîn ku ew difikirin bi rêya dîplomatên xwe yên li Tirkiyeyê têkiliyê bi Şamê re birêve bibin.
Rubio eşkere kir ku îhtimala di demeke nêzîk de rûxîna deshilata nû ya Sûriyê heye.
Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.




