Washington Post: Eger şer dewam bike wê DYA terka Îsraîlê bike

Washington Post: Eger şer dewam bike wê DYA terka Îsraîlê bike

PeyamaKurd – Rojnama DYAYê ya bi navê Washington Post (WP)ê nûçeyekî belav kir û di nûçeya xwe de got:

“Tîma Trump bo Îsraîlê gotiye eger şerê li Xezayê dewam bike wê Washington terka Tel Avivê bike.”

WP, bingeha nûçeya xwe biriye ser çavkaniyekî ku di mijarê de xwediyê agahiyane, Netenyahu bo kabîna xwe razî bike, gotiye ji bo li Xezayê xela çênebe, di 18ê Gulanê de gotiye bila têra ku xela li Xezayê çênebe îzna derbasbûna xidayan bidin Xezayê û ev mijareka teknîkiye û kabîna xwe razî kiriye.

Di nûçeyê de çavkaniya ku navê wê diyar nîne, weha ragihandiye:

“Tîma Trump bo Îsraîlê gotiye ku şerê Xezayê neqedîne, wê terka Îsraîlê bikin.”

Berê DYA bi Îranê re dest bi muzakereyên bernama nuklerî kir, şêwirmendê netewî yê DYAyê Mike Waltz ji ser karê wî girt û bi Hûsiyan re agirbesê kir, van kiryarên Trump wekî pirsgirêka navbera Trump û Netenyahu hatibû şirovekirin.

Hevdîtina Hamasê û DYA yê ya raste rast, berdana hemwelatiyê Amerîkayê ji terefê Hamasê de û paşî agahiya Îsraîlê ji van kiryaran bûbû, gumana li jorê hat beshkirin hinekî piştrast dike.

Di seredana Trump ya dawiyê de ya bo Qatar, Erebistan û Îmratan, hevdîtina bi serokê Sûriyê Şara re, rakirina givaşên ser Sûriyê dibe ku bê agahiya Îsraîlê kiribe û van kiriyaran bibin sedema pirsgirêkên navbera her dû rêvebiriyan.

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.