YEyê pakêta nû ya dorpêçên ser Rûsyayê pesend kir: 200 tankêrên fîloya tarî ketin lîsteya reş

YEyê pakêta nû ya dorpêçên ser Rûsyayê pesend kir: 200 tankêrên fîloya tarî ketin lîsteya reş

PeyamaKurd - Yekîtiya Ewropayê (YE) pakêta 17an a dorpêçên li ser Rûsyayê pesend kir.

Nûnera Bilind a Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlekariyê ya YE Kaja Kallas ragihand ku ev pakêt dê 200 keştiyên "fîloya tarî" ya Rûsyayê ku ji bo dabezandina dorpêçan tê bikaranîn, hedef bigire.

Kallas li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, dorpêçên nû gef û tehdîdên hibrîd û mafên mirovan jî dihewîne.

Kallas got: "Çiqas Rûsya şer dirêj bike, bersiva me jî dê hîn tundtir be" û destnîşan kir ku dorpêçên nû li ser Rûsyayê tên amadekirin.

Bi vê pakêta 17an re, nêzîkî 200 tankerên di "fîloya tarî" ya Rûsyayê de dikevin lîsteya reş ji bo ku şandina petrolê bê sînorkirin. Welatên YE dibêjin ku Rûsya "fîloya tarî" ji bo şandina petrol û berhemên petrolê ber bi welatên sêyemîn ve bikar tîne.

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.