Herêma Kurdistanê li ser peymanên petrolê yên bi DYA re bersiva Bexdayê da

Herêma Kurdistanê li ser peymanên petrolê yên bi DYA re bersiva Bexdayê da

PeyamaKurd – Serokwezîrê hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li DYAyê li bajarê Washingtonê bi merasimekî bi 2 şîrketên mezin yên DYAyê yên enerjiyê re, yên bi navên HKN Energy û WesternZagrosê re peyman girêda. Merasim li Oda Bazirganiya Amerîkayê çêbûn.

Li ser mijarê, wezareta petrolê ya Iraqê nerazîbûna xwe ragihand. Wezareta çavkaniyên xwezayî ya Herêma Kurdistanê li ser îmzakirina peyamanên bo sehayên li bajarê Silêmaniyê yên bi miqdarê 110 milyar dolarî, bersiva rexne yên wezareta petrolê ya Iraqê da. Wezaretê got:

“Peyman ne yên nûne. Tenê kapasîta enerjiya herêmê zêde dikin û armanc pêdiviya herêmê pêk bînin. Peyman berê ji aliyê dadgehên Iraqê de bi qanûnî hatine qebûl kirin.”

Wezareta petrolê ya Iraqê peymanan li dijî qanûnan bi navkir û red kir. Lê wezareta Kurdistanê weha dewam kir:

“Hukumeta Herêma Kurdistanê çawa di qanûna destûra Iraqê de hatiye gotin, li gor qanûn û mafên xwe tevdigere. Peymanên bi şîrketên HKN û WesternZagros re bi salan berê hatine îmzakirin. Dadgehên Iraqê van peymanan qanûnen qebûl kiriye. Ti pirsgirêkekî qanûnî tine.”

Di daxwuyaniya wezaretê de hat gotin ku şîrketên HKN û WesternZagros demekî dirêje li herêma Kurdistanê dixebitin, di sektorê de hilberînerên serekene û ev şîrket veberhênerên nûh nînin, li Herêma Kurdistanê di seha petrol û gazê de wextekî dirêje xebatê dikin û şîrketên hilberînerin.

Wezaretê got ku hedefa peymanan zêdekirina hilberîna gazêye, bo santralên elektrîkê ardû temîn dikin. Ev xebat li seranserê Iraqê temîna elektrîka bi dewamî dikin.

Peymanên ku îmza bûne yek jê bo veberhênanên seha petrolêye. Di her dû peymanan de firehkirina esasê bingehîn yên enerjiyê hene û xwediyê girîngiyekî stratejîkin. Li ser mijarê wezîrê petrolê yê Kurdistanê Kemal Muhammed got:

“Wê di hilberîna gazê de zêdebûnekî baş bibe. Bi zêdebûna gazê re wê elektrîk zêde hilbere. Ev, wê hem bingeha Kurdistanê û hem ya Iraqê ya enerjiyê xwurt bike.”

Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.