Dîplomasiya serokewezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washingtonê dewam dike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li DYAyê li payîtext Washingtonê pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi serkeftî dewam dike.
Di seredana îro de Barzanî bi endamê kongreya DYAyê bi Joe Wilson re hevdîtinekî kir û Wilson piştî hevdîtinê got ku Mesrûr Barzanî bo îstîqrara xelkê Kurd, pêşdeçûna wan û refaha wan dixebite û xebatên wî hejayîne ku bên teqdîr kirin.
Jo Wilson daxwuyaniya xwe da k24ê. Wilsom bi dîtina Mesrûra Barzanî dilcxweşiya xwe ragihand û serkeftina Herêma Kurdistanê wekî serkeftina temamê herêmê binav kir. Joe Wilson weha dewam kir:
“Serokwezîr Mesrûr Barzanî û xelkê Kurd bo min çavkaniya îlhamê ne. Ew cesûr, mînakên mirovên qehreman û çîrokên serkeftinêne. Ez gelek dilxweşim ku min Mesrûr Barzanî li Washingtonê dît. Bo xelkê Kurdistanê yên herî xweş dixwazim.
Herêma Kurdistanê li herêmekî tevliheve. Em dixwazin herêma Kurdistanê pêşde here û serbikeve ji ber serkeftina Kurdistanê bo berjewendiyên temamê herêmêye.”
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.




