PJAK: “Em çekan daneynin”

PeyamaKurd – Piştî serokê PKKê Abdullah Öcalan û kongra PKKê biryara fesxa PKKê dan; şaxê PKKê yê Rojhilatê Kurdistanê PJAK ragihand ku ew çekan daneynin.
Li gor çapemeniyê; hevserokê PJAKê Amir Kerîmî ragihandiye ku wê çekan daneyne û xebatên xwe dewam bike. Hevserokê PJAKê Amir Kerîmî tevî TV ya bi navê Aryenê bû ku navenda wê Îsveçe, ragihand ku wê çekan daneynin û wekî rêxistin xebata xwe dewam bikin. Kerîmî got:
“Em wekî PJAKê em ê çekan daneynin û xwe fesx nekin. PJAK di derveyê vê biryarê de ye û ev biryar ne ji bo PJAKê ye. PKK biryara xwe daye û em biryara PKKê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li herêmê girînge û erêniye.”
Kerîmî her weha ragihandiye ku çekên xwe ne ji bo êrîşê lê bo parastina xwe hildigrin û di sala 2011an de yekalî biryara girbesê dane, niyeta PJAKê tine ku êrîşan bike û eger êrîş here ser wan wê bersivê bidin.
PJAK, di sala 2003an de hat avakirin û ji aliyê Îranê de rêxistinekî terorê tê qebûlkirin û di lîsta reş ya Îranê de ye. Navenda wê jî Çiyayê Qendîlê ye.
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.




