Rubio: “Em dixebitin ku Kurd bibin perçeyekî hukumet û hêzên ewlehiyê li Sûriyê”

Rubio: “Em dixebitin ku Kurd bibin perçeyekî hukumet û hêzên ewlehiyê li Sûriyê”

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê DYAyê Marco Rubio di kongra Amerîka, di komisyona karên derve ya sanatoyê de, li ser daxwaza budça wezaretê parastinê kir.

Di komîtê de Rubio li ser mijara Kurdên Sûriyê got:

“Em dixebitin da Kurd bibin perçeyekî fireh ji hukumet û hêzên ewlehiya Sûriyê.”

Marco Rubio got ku ew dixwazin rêvebiriya Sûriyê ya nû li Sûriyê bi ser bikeve û alternatîfa wan wê ‘şerekî mezin yê navxwe û kaos be’ û herêmê tevlihev bike. Robio weha dewam kir:

“Ya rast dema em zahmetiyên rêvebiriya demkî bidin ber çav, ber bi roxaninekî potansiyel ve diçe, ber bi şerekî naxwe ve diçe, di esasê xwe de bo perçebûna Sûriyê ne çend meh lê belkê çend hefte maye. Em weha rave dikin.”

Rubio got ku rakirina givaşên ser Sûriyê hêsaniyê kiriye ku welatên cîran destekê bidin hukumeta Sûriyê, temamê xebatkarên balyozxana me ya Tirkiyê û rayedarên Amerîkayê, bi taybetî desteka ku hêzên asayîşê dixwaze, dikarin bi koordinasyon bi hevkarên cîh re bersiva pêdiviyên Sûriyê bidin.

Rubio, di senatoyê de behsa DEAŞê kir û got ku DEAŞ ji rêvebiriya Sûriyê ya niha nefretê dike û bo rêvebiriya Şamê talûkeyekî mezine. Li Sûriyê ‘her roja ku hukumet karê xwe neke, ew roje ku DEAŞ digihê asta ku xwe ji nûh de biafirîne’ û ji bo rakirin û berlêgirtina vê talûkê, divê DYA li Sûriyê bo demekî din jî leşkerên xwe bide sekinandin.

Rubio got ku hukumeta Sûriyê ya niha derfete, dixebitin da ji nûh de milletekî biafirînin û bo endîşeyên hevkarên li herêmê jî dixebitin da berteref bikin. Marco Rubio weha dewam kir:

“Esas eger rêvebriya Sûriyê temamê pêkhateyên civakê bixe nav xwe, sînor bi Îsraîlê re hebin û bo tiştekî dinê ger bi Îsraîlê re şer nekin û hukumetekî we ya basit hebe, ez difikirim ev ji bo ewlehiya Îsraîlê serkeftinekî gelek baş e.”

Li ser endîşa hebûna Tirkiyê ya li Sûriyê ku endîşa Îsraîlê heye, Rubio got; wê di pêvajoya pêşiya me de, wê hukumeta demkî ya Sûriyê îznê bide baregehên biyanî an nede, divê Sûriye biryarê bide.

Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.