Bi hezaran koçber bi şêwazên hovane birin Ewropayê: Dadgehê 25 salan ceza dayê

PeyamaKurd - Ahmed Ebidê ji Misrê ku li Brîtanyayê dijî, ji ber ku wî bi rêyên ne qanûnî zêdetirî 3 hezar kes birine Ewropayê, 25 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Li gorî Ajansa Neteweyî ya Sûcan (NCA), Ebid ê 42 salî di navbera Cotmeha 2022 û Hezîrana 2023an de 3 hezar û 800 koçberên neqanûnî bi keştiyên masîgiran ji Bakurê Afrîkayê birine Îtalya û welatên din ên Ewropayê.
Dadger Adam Hiddleston got ku Ebid bi awayekî hovane mirovên bêçare îstîsmar kirine û armanca wî ji qaçaxçitiya mirovan qezenckirina pereyan bûye.
Hat diyarkirin ku merc û şêwazên veguhestina koçberan "tirsnak" bûn û dibe ku ew qaçaxçiyê mirovan bûye sedema mirina mirovan.
Dadgehê da zanîn, Ebid bertîl daye rayedaran, koçber bi tundiyê tehdît kirine û ferman daye ku koçberên bi telefonan hatine girtin bên kuştin û bo deryayê bên avêtin.
Piştî cezayê girtîgehê, tê gotin ku Ebid dê ji welêt bê derxistin. Ew kesê yekem e ku ji ber qaçaxçitiya mirovan bi keştiyan ji Deryaya Spî ber bi Brîtanyayê ve hatiye cezakirin.
Ebid berî vê, li Îtalyayê ji ber hewldana qaçaxçitiya madeyên hişber 5 sal di girtîgehê de mabû û di sala 2022an de bi keştiyeke biçûk hatibû Brîtanyayê û daxwaza penaberiyê kiribû, lê ji rayedarên Brîtanî tu bersiv wernegirtibû.
Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.




