Herêma Kurdistanê bi peymanên enerjiyê siberojê xurt dike

Herêma Kurdistanê bi peymanên enerjiyê siberojê xurt dike

PeyamaKurd – Pisporê petrol û enerjiyê Berhem Gerdî ragihand ku peymanên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şirketên petrolê yên Amerîkî (HKN Energy û Western Zagros) de ji bo pêşeroja herêmê gaveke stratejîk in. 

Bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ev peymanên bi buhaya dehan milyar dolaran hatin îmzekirin û dê bandoreke mezin li ser sektorên petrol, enerjî û aboriyê li Herêma Kurdistanê bikin.

Gerdî ji BasNewsê re diyar kir ku gaza xwezayî di qada navneteweyî de çekeke bi bandor e û eger bi zîrekî were bikaranîn, dikare sûdên girîng bîne. 

Ev peyman dê Herêma Kurdistanê bike aktoreke girîng di bazara gaza xwezayî de, bi taybetî ji bo kêmkirina girêdayîbûna Iraqê bi gaza Îranê re, ku salane nêzî 6 milyar dolar gaz jê dikire. 

Her weha, bi nirxê giştî yê nêzî 110 milyar dolaran, ev peyman armanc dikin ku beşek ji pêdiviyên gaza Ewropayê dabîn bikin, ku hîn jî bi gaza Rûsyayê ve girêdayî ye.

Vexwendina Serokwezîr Barzanî bo Washingtonê nîşana giringiya siyasî ya vê hevkariyê ye. 

Rêveberiya nû ya Amerîkayê piştgiriyeke xurt dide Herêma Kurdistanê, bi taybetî di sektora enerjiyê de, da ku Iraq ji bin bandora derve derkeve û Kurdistan di qada navneteweyî de bibe alternatîfek stratejîk. Gerdî tekez kir ku Herêma Kurdistanê bi van peymanan dikare valahiyên di bazarên enerjiyê yên herêmî û cîhanî de tijî bike, nemaze ji bo Ewropayê, ku yek ji mezintirîn bazarên gaza xwezayî ye.

Ev gav rê li ber xurtkirina pozîsyona Herêma Kurdistanê di sektora enerjiyê de vedike û destkeftên aborî û siyasî yên demdirêj ji herêmê re misoger dike.

 

 

 

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.