Nêçîrvan Barzanî û Serokê Asayîşa Neteweyî ya Îranê civiyan

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 19ê Gulanê di roja duyemîn a serdana xwe ya Tehranê de, ligel Emîndarê Encûmena Bilind a Asayişa Neteweyî ya Îranê Elî Ekber Ehmediyan civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de pêwendiyên Komara Îslamî ya Îranê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û derbarê hevahengî û hevkariya hevbeş, bi taybetî di warê parastina asayiş û seqamgiriyê de, nêrînê herdu aliyan hatin pevguhertin.
Di beşeke din a civînê de, Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser helwesta Herêma Kurdistanê kir ku bi ti awayî rê nayê dayîn xak û sînorên wê bibin çavkaniya gefan li ser asayişa welatên cîran.
Pêşhatên dawî û rewşa Rojhilata Navîn û çend pirsên din ên girîng ên hevbeş, mijarên din ên civînê bûn.
Ev nivîs 145 car hatiye xwendin.




