Li Germiyanê di qezayeke trafîkê de 2 birayan can da

Li Germiyanê di qezayeke trafîkê de 2 birayan can da

PeyamaKurd – Li gundê Dêsûtkê yê bajarokê Meydanê, îro 20ê Gulana 2025an, di qezayeke trafîkê de 2 birayên xwendekar canê xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya Trafîka Germiyanê, motosîkletek li kamyoneke barhilgir qelibî.

Di bûyerê de beşek ji kamyonê şewitî. Tîmên trafîkê gihîştin cihê bûyerê û derbarê qezayê de lêkolînan dest pê kir.

 

Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.