Neteweyên Yekbûyî hejmara penaberên vegeriyane Sûriyê eşkere kir

PeyamaKurd - Komisyona Bilind a Netewên Yekbûyî bo karûbarên penaberan (UNCHR) ragihand ku hejmara Sûriyeyîyên vegeriyane welatê xwe gihiştiye nîv milyon kesan.
Berpirsa Parastinê di nivîsgeha UNCHR de Luceyn Hesen da zanîn ji dema ketina Esed ve (Ji 8ê Kanûna 2024an ve) heta 15ê Gulanê zêdetirî nîv milyon welatiyên Sûriyê vegeriyane ku hejmara mehane ya vegeran 100 hezar kes e.
Hesen diyar kir, ji bilî penaberan, 1.2 milyon koçberên navxwe jî vegeriyane malên xwe.
Luceyn Hesen got, kesên vedigerin rastî zehmetî û astengiyan tên û jiyana xwe ji nû ve dest pê dikin.
Herwiha Luceyn Hesen tekez kir ku pêwîstiya wan bi piştevaniyê heye, ji ber ku malên wan bi temamî hatine wêrankirin, herwiha rewşa abûrî zehmet e û li hin deveran rewşa ewlehîyê jî ne aram e.
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.




