Dadweriya Fransayê daxwaznameya girtina Esed pêşkeşkir

PeyamaKurd- Dozgeriya Neteweyî ya li dijî Terorê ya Fransayê daxwazeke nû ji bo girtina serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed ku reviyaye Rûsyayê pêşkêş kir.
Daxwazname bi tawana êrîşên kîmyewî yên li Sûriyeyê yên di sala 2013an de hat pêşkêşkirin.
Di Mijdara sala 2023yan de, 2 dadgerên lêkolînê yên pispor li Parîsê daxwaznameya girtinê ji bo Beşar Esed derxistibûn. Daxwazname bi tawana kiryarên li dijî mirovahiyê û tawanên şer, bi taybet têkiliya wî ya bi êrîşên kîmyewî yên di sala 2013an de hatibû derxistin.
Ev êrîş di 4 û 5ê Tebaxê de li Adra û Dûmayê û di 21ê Tebaxê de li Xûtaya Rojhilat pêk hatibûn. Li gorî raporên Amerîkayê, zêdetirî hezar û 400 kes bi gaza sarîn li Sûriyê hatine kuştin.
Ev nivîs 130 car hatiye xwendin.




