Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Azerbaycana Rojava ya Îranê kir

Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Azerbaycana Rojava ya Îranê kir

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro 28ê Tîrmehê li Pîrmamê pêşwazî li şandeke Îranê ya bi serokatiya Parêzerê Azerbaycana Rojava Reza Rehmanî kir.

Baregeha Barzanî derbarê civînê de ragihand, "Parêzerê Azerbaycana Rojava Reza Rehmanî silavên taybet ên serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan gihandin serok Barzanî".

Rehmanî herwiha spasiya Herêma Kurdistanê kir ji bo hêsankariyên ku li pêş welatiyên Îranê yên ku di rêya dergehê Hacî Omran re serdana Herêma Kurdistanê dikin.

Baregeha Barzanî da zanîn, "Di civînê de tekezî li ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de û bihêzkirina pêwendiyên aborî û tevgera bazirganî hat kirin"

Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.