Erdogan: Xewna me gav bi gav dibe rastî

PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro 28ê Tîrmehê piştî civîna kabîneyê daxuyanî idan û got ku ew bi biryar in di pêvajoya çareseriyê de bimeşin.
Erdogan got: "Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror projeya gelê me ye. Em dibînin ku ev xewna me gav bi gav dibe rastî. Bila dilê kesî neêşe. Ev rêya ku me dest pê kiriye, dê me bigihîne Tirkiyeyeke ku hem ji aliyê demokrasî û hem jî ji aliyê aboriyê ve bihêztir be û dawiya wê jî biratiya gelê me ye."
Erdogan bal kişand ser Kurdên Bakurê Kurdistanê û got: "Her ku pêvajo pêş dikeve, pirs namînin. Keşeke geşbîn li herêmên me yên Rojhilat û Başûrêrojhilatê Anadoluyê serwer e."
Serokomarê Tirkiyeyê da zanîn, ew giringiyê didin zelalbûn û beşdariyeke berfireh di pêvajoyê de û got: "Me bi awayekî eşkere daxwaza xwe ya ji bo beşdarbûna hemû aliyên di parlamentoyê de ragihandiye. Serokê Saziya Îstixbarata me ya Niştimanî (MÎT) ji bo vê mebestê bi aliyan re civîn pêk anîne."
Erdogan bi zimanekî tund hişyarî da aliyên ku li dijî pêvajoyê ne û got: "Têkoşîna Tirkiyeyê ya ji bo rizgariya ji kelemên terorê, nabe ku bibe qurbana berjewendî û danûstandinên teng. Tiştek tune ku têkdana pêvajoyê rewa bike. Berevajî vê, ne gel û ne jî dîrok dê li vê şaşiyê biborin."
Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.




