Nêçîrvan Barzanî giringiya têkiliyên bi Îranê re tekez kir

Nêçîrvan Barzanî giringiya têkiliyên bi Îranê re tekez kir

PeyamaKurd – Îro, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li şandeke Komara Îslamî ya Îranê kir, ku bi serokatiya Riza Rehmanî, parêzgarê Azerbaycana Rojava, hatiye Herêma Kurdistanê.

Rehmanî silavên Serokê Îranê Mesûd Pizişkiyan gihandin û daxwaza welatê xwe ya xurtkirina têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re ragihand.

Di hevdîtinê de, bal kişand ser hevkariya di navbera parêzgeha Hewlêrê û Azerbaycana Rojava, bi taybetî peymanên bazirganî, hêsankirina tevgera li deriyên sînor û piştgiriya heciyên olî li Başûrê Iraqê bi rêya Herêma Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî silavên xwe ji Serokê Îranê re şand û tekez kir ku Herêma Kurdistanê giringiyeke mezin dide têkiliyên dîrokî bi Îranê re, bi armanca bipêşxistina hevkariyê di hemû waran de.

Li ser baştirkirina bazirganî û trafîka sînor jî nîqaş hatin kirin.

 

 

Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.