Iraq: Rêveberê Berê yê Çandiniyê û 14 endamên Heşdî Şebî hatin binçavkirin

Iraq: Rêveberê Berê yê Çandiniyê û 14 endamên Heşdî Şebî hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Wezareta Karên Hundir a Iraqê ragihand ku Rêveberê berê yê Çandiniyê yê herêma Kerxê, ji ber rola wî ya rasterast di pevçûneke çekdarî de ku roja Yekşemê li avahiya Wezareta Çandiniyê li navçeya Dura ya başûr-rojavayê Bexdayê qewimî, hatiye binçavkirin. Her wiha, 14 çekdarên Heşdî Şebî jî di heman bûyerê de hatine girtin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, dê tedbîrên yasayî li hemberî bersûc werin girtin û binçavkirina wî dê berdewam bike heta ku ji rayedarên dadwerî re were radestkirin.

Wezaretê diyar kir ku hêzên ewlehiyê dê destûrê nedin tu hewldanên têkdana ewlehiyê an zirarêdayîna navûdengê dewletê û saziyên wê.

Pevçûn piştî êrîşa komeke girêdayî Heşdî Şebî li ser avahiya Wezareta Çandiniyê derket, ku di encamê de polîsek û sivîlek hatin kuştin, û 8 polîs, di nav wan de 3 efser, birîndar bûn.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî fermana avakirina komîsyoneke lêkolînê da ji bo zelalkirina sedemên bûyerê û birina sûcdaran ber edaletê.

Lîwayên Hizbullaha Iraqê jî daxuyaniyek belav kir û got ku pevçûn ji ber nakokiyên derbarê ji kardûrxistina rêveberekî û tayînkirina yekî nû de derketine, ku di navbera hêzên ewlehiyê û xizmên rêveberê berê de alozî çêbûye.

 

 

 

Ev nivîs 123 car hatiye xwendin.