Erebistana Siûdî li ser damezrandina Dewleta Filistînê daxuyanî da

Erebistana Siûdî li ser damezrandina Dewleta Filistînê daxuyanî da

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan diyar kir ku welatê wî "heta ku Dewleta Filistînê neyê damezrandin, wê bi Îsraîlê re têkilî daneyne."

Bin Ferhan di civîna çapemeniyê de di çarçoveya Konferansa Navneteweyî ya Asta Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) de li ser çareseriyek aştiyane ji bo pirsgirêka Filistînê û pêkanîna çareseriyek du dewletan axivî.

Bin Ferhan got, "Dema bidawîanîna pevçûnê û damezrandina Dewleta Filistînê hatiye," û tekez kir ku aştiya di navbera Filistîn û Îsraîlê de mifteya bidestxistina aştiya herêmî ya berfireh e.

Bin Ferhan tekez kir ku "bêyî damezrandina Dewleta Filistînê, têkilî bi Îsraîlê re nayên danîn."

Ev nivîs 126 car hatiye xwendin.