Rûsyayê bersiva Trump da: Vexwendina şer e

Rûsyayê bersiva Trump da: Vexwendina şer e

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmitry Medvedev kurtkirina dema dawî ya peymana aştiyê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve wekî "gaveke ber bi şer" bi nav kir.

Medvedev di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump li dijî Rûsyayê "lîstika ultîmatomê" dilîze û hişyarî da ku ev nêzîkatî dikare DYA rasterast bikşîne nava şer.

Medvedev got, "Her ultimatomeke nû gef û gaveke ber bi şer e. Ev şerek bi welatê (Trump) re ye, ne di navbera Rûsya û Ukraynayê de ye."

Trump di daxuyaniya xwe de dilşikestina xwe ya li hember têkçûna Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di bidawîkirina şerê li Ukraynayê de nîşan da û ragihand ku wî dema dawî ya peymana aştiyê ji 50 rojan ber bi 10-12 rojan ve kêm kiriye.

Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.