Trump: Pûtîn ez hêvîşekestî kirim, ez ê 10-12 rojan mohletê bidim wî

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî serdana xwe ya Skoçyayê û beriya hevdîtina xwe bi Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer re, li Edinburgê daxuyaniyên girîng dan rojnamevanan.
Trump anî ziman ku ew ji helwesta Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ya di derbarê Ukraynayê de hêvîşekestî bûye û wiha got:
"Min her dem bi Pûtîn re baş li hev kir. Têkiliyeke me ya baş hebû û ez bi nûçeyên derewîn ên li ser destwerdana Rûsyayê di hilbijartinan de jî mijûl bûm. Ez gelekî bi tundî tevgeriyam. Çiqas bi tundî tevbigeriyam jî, min bi Pûtîn re baş li hev kir. Min digot qey ez ê bikaribim danûstandinan bikim. Ez hêvîşekestî me. Ji bo danûstandinê bi Pûtîn re pir dereng e."
Trump herwiha destnîşan kir ku aboriya Rûsyayê rojên dijwar derbas dike û got, "Berê xurt bû, lê êdî ne wisa ye. Êdî ez bi axaftinê re eleqedar nabim. Em axaftinên pir xweş dikin, lê şeva din moşekek dikeve."
Di berdewamê de jî Serokê Amerîkayê Trump da zanîn ku ew ê ji bo rewşa Ukraynayê 10-12 rojan mohletê bide Pûtîn.
Ev nivîs 116 car hatiye xwendin.




