Yaşar Guler û Tom Barrack Civiyan

PeyamaKurd – Îro Di 28ê Tîrmeha 2025an de, Wezîrê Parastina Neteweyî yê Tirkiyeyê (MSB) Yaşar Guler li Enqereyê bi Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Tom Joseph Barrack re hevdîtinek pêk anî.
MSByê ev hevdîtinê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir û diyar kir ku Guler pêşwaziya Barrack kiriye.
Her çendî hûrgiliyên naveroka civînê nehatibin eşkerekirin jî, tê texmînkirin ku di hevdîtinê de mijarên têkiliyên dualî yên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de û ya Rojavayê Kurdistanê de hatine gotûbêjkirin.
Ev nivîs 121 car hatiye xwendin.




