Abdullah Ocalan ji bo tevlîbûna pêvajoyê peyameke nû da

PeyamaKurd - Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan, ku li Îmraliyê serdana bi malbatî kir, got, "Birêz Ocalan tekez dike ku 'beşdarbûna hemû beşên civakê di pêvajoyê de pêwîstiyek girîng e' ji bo ku pêvajo bi rêkûpêk bimeşe."
Abdullah Ocalan di çarçoveya serdana malbatê de bi vasîsê xwe Mazlûm Dînç û biraziyê xwe, Parlamenterê Rihayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (Partiya DEM) Omer Ocalan re civiya.
Hamil Yildirim, Omer Hayri Konar, Ergîn Atabey û Zekî Bayhan ku li Îmraliyê girtî ne, di çarçoveya serdana malbatê de bi malbatên xwe re civiyan.
Omer Ocalan ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, li ser hesabê xwe yê Xê, postek li ser hevdîtinê parve kir. Posta Omer Ocalan wiha ye:
"Îro, me li Girtîgeha Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re bi malbatî hevdîtin pêk anî. Birêz Ocalan hêvî û biryardariya xwe ya ji bo aştî û çareseriyek demokratîk didomîne û tekez dike ku beşdariya hemû beşên civakê ji bo ku pêvajo bi awayekî saxlem pêşve biçe, pêdivîyek girîng e."





