Qasım Aracî: Lêkolînên li ser êrîşên İHAyan yên ser Herêma Kurdistanê dewam dikin

Qasım Aracî: Lêkolînên li ser êrîşên İHAyan yên ser Herêma Kurdistanê dewam dikin

PeyamaKurd – Şêwirmendê netewî yê ewlehiya Iraqê Qasim Aracî li ser seredana xwe ya dezgeyên ewlehiya Herêma Kurdistanê daxwuyanî da.

Aracî, li ser êrîşên İHAyan yên ser sehayên petrola Herêma Kurdistanê got ku komisyona teknîkî delîl û doneyên êrîşan berhev dikin û dewam kir:

“Xebatên komisyona hevpar hêj temam nebûne. Dema xebat temam bibin, ew endamên ku wesiyetên xwe amade kirine, wê teslîmê serfermandarê artêşa Iraqê bikin. Wezîfa komisyona teknîkî ew e ku temamê delîlên erîşan û agahiyan bidin hev û analiz bikin.”

Ofîsa şêwirmendiya ewlehiya netewî ya Iraqê di daxwuyaniya xwe de got ku seredana Aracî bi fermana serokwezîrê Iraqê û hem serfermandarê hêzên artêşa Iraqê bi fermana Muhammed Şiya Sudani hat kirin.

Heyeta di bin serpereştiya Qasim Aracî de li Erbîlê bi wezîrê karên navxwe yê Herêma Kurdistanê bi Rêber Ahmed û dezgeyên ewlehiyê re civiya. Di civînê de wezîfa komisyona teknîkî hat destnîşankirin, wesfên êrîşan û delîlên di destê Herêma Kurdistanê de hatin nîşandan. Aracî got:

“Ewlehiya Herêma Kurdistanê perçeyekî ji ewlehiya Iraqê ye. Wê koordinasyona di navbera hukumeta federal û ya Herêma Kurdistanê dewam bike.”

Di meha Temmûzê de ji 20an zêdetir car bi İHAyan êrîşê birine ser Herêma Kurdistanê ser sehayên petrolê yên li Erbîl û Duhokê.

Berya Aracî bigihê Herêma Kurdistanê, 2 êrîşên DHAyî hatin kirin lê beşa Antîterorê ya Herêma Kurdistanê got ku di êrîşan de ti zerara can û mal çênebûye.

Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.