NY li ser danûstandinên HSD-Sûriyê daxuyanî da

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê NY yê ji bo Sûriyê Geir O. Pedersen di axaftina xwe ya li Konseya Ewlekariyê ya NY de daxwaza cîbicîkirina peymana ku di meha Adarê de di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (SDF) û hikûmeta Şamê de ji hêla Mazlûm Ebdî û Ehmed Şera ve hatibû îmzekirin kir.
Pedersen diyar kir ku di pêvajoyên ewlehî û siyasî yên li Sûriyê de pêdivî bi sererastkirinên girîng hene. Wî destnîşan kir ku civîna di navbera SDF û hikûmeta Sûriyê de di 9ê Tîrmehê de bê encam ma, lê hêvî ji bo danûstandinên nû li Parîsê heye.
Pedersen tekez kir ku ji ber hebûna milîsên cûda û nebûna mekanîzmayek fermandariyê li Sûriyê aştî nedomdar e û got, "Çekkirina hemî koman pir girîng e. Sûrî ji navendîbûnê ditirsin." Wî herwiha diyar kir ku avakirina Meclîsa Gel pir girîng e.
Pedersen binpêkirinên ku sivîl û şervanan li Siwêdayê hedef digirin şermezar kir û êrîşên hewayî yên Îsraîlê li herêmê rexne kir.





