Di erdheja Myanmarê de hejmara miriyan zêde dibe: Rewşa Awarte hate ragihandin

Di erdheja Myanmarê de hejmara miriyan zêde dibe: Rewşa Awarte hate ragihandin

PeyamaKurd - Li welatê Asyayê Myanmarê, îro 28ê Adarê erdhêjên bi mezinahiya 7.7 û 6.4 rû dan ku bûne sedema mirina mirovan. Medyaya herêmî ragihand ku li bajarê Mandalayê, ji ber hilweşîna mizgeftekê 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li aliyê din Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî ragihand ku heta niha 30 kesan di erdhejên Myanmarê de can dane.

Li gorî daxuyaniya cuntaya leşkerî ku welatê Myanmarê ji sala 2021ê ve birêve dibe, di herêmên Mandalay, Sagaing, Bago, Magway û eyaleta Shan û paytextê Naypyidawê de rewşa awarte hat îlan kirin.

Hat ragihandin ku berpirsên fermî wê ziyanên erdhêjê lêkolîn bikin û operasyonên rizgariyê di herêmên ku erdhêj lê çêbûye koordine bikin. Herwiha gazî alîkariya însanî ya navneteweyî hat kirin.

Rêxistina alîkariya mirovî ya Xaçê Sor ragihand ku di herêmên Mandalay û Sagaingê de elektrîk û torên ragihandinê hatine birîn.

Di wêneyên li ser medyaya civakî de hat dîtin ku li Balafirgeha Navneteweyî ya Mandalayê ziyan çêbûye û tirseke mezin çêbûye. Herwiha hat dîtin ku erdhêj ziyaneke cidî û agireke mezin li Zanîngeha Mandalayê çêkiriye.

Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.