El Şara li Şamê pêşwaziya siyasetmedarê Iraqî Izzat el-Şebendar kir

PeyamaKurd – Serokê Demkî yê Sûriyê Ehmed El Şara li Şamê pêşwaziya siyasetmedarê dêrîn yê Iraqî Izzat el-Şebendar wek nûnerê taybet ê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî kir. Şabendar civîn di warê têkiliyên dualî de gelek bikêrhatî nirxand.
Di daxuyaniya Serokatiya Sûriyê ya derbarê hevdîtinê de, wêneyê Şara û Şabender bi hev re hat parvekirin, lê derbarê mijarê de di civînê de ti agahî nehatin dayîn.
Şabendar got ku hevdîtina bi Şara re ji bo avakirina peywendiyên aborî, siyasî û civakî yên di navbera Iraq û Sûriyê de gelek bikêrhatî bû.
Hem di daxuyaniya Serokatiya Sûriyê û hem jî Şabendar de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku siyasetmedarê Iraqî wek nûnerê taybet ê Sûdanê ev serdan kiriye.
Şebender diyar kir ku mebesta serdanê ew e ku "mijarên ku wê perspektîfên her du welatên bira nêzî hev bibin û têkiliyên wan xurtir bikin" e û got: "Di hevdîtinê de êrîşên dubare yên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê jî hatin axaftin û wan ev êrîş şermezar kirin."





