Erebistana Sa’ûdiyê û cîranên wê destekê didin peymana Azerbaycan û Ermenistanê

PeyamaKurd – Erebistana Sa’ûdiyê, Qatar, Kuweyt, Urdin û Umman bi malxweyiya DYAyê peymana ku di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de çêbû destek dikin, peymanê bi dilxweşî pêşwazî dikin û peymanê wekî gavekî dîrokê qebûl dikin. Hêviya xwe ya ku peyman di herêmê de ewlehiyê û aştiyê xwurt bike ragihandin.
Wezîrê kar û barên derve yê Erebistanê peymanê bi ‘di navbera du welatan de pêngavekî dîrokî ku wê ewlehî û îstîarara herêmê xwurt bike’ bi nav kir û navbeynkariya DYAyê bilind nirxand.
Wezareta kar û barên derve ya Urdinê peymanê ‘dîrokî’ bi nav kir û got ku pêyman li Başûrê Qafqasyayê dê destekê bide ewlehiyê û aştiyê.
Wezareta kar û barên derve ya Qatarê li ser peymanê got:
“Li ser bingeha têkiliyên baş yên her dû welatan, wê hevkariya wan zêde bibe û dewreyekî nûh destpêbike. Em destekê didin DYAyê ku gengeşeyiyan kêm dike û destekê dide li hevhatinên dîplomatîk.
Wezareta kar û barên derve ya Kuweytê navbeynkariya DYAyê bilind nirxand û hêviya xwe ya îstîqrar û aştiya navbera her dû welatan gavekî dîrokî nirxand û destekê da çareseriya aştiyane ya navbera dewletan ya aştiyane.
Wezareta kar û barên derve ya Ummanê, peymanê dîrokî bi nav kir û behsa rola DYAyê krîtîk ku leyîstiye kir.
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




