Fermandarê CENTCOMê guherî û Amîral Brad Cooper bû fermandarê nû

Fermandarê CENTCOMê guherî û Amîral Brad Cooper bû fermandarê nû

PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM)ê general Michael Kurilla guherî û Amîral Brad Cooper bû fermandarê nû yê CENTCOMê. General Kurilla wezîfa xwe dewrî amiral Cooper kir û got ku bende ne di fermandariya nû de ewlehiya netewî xwurt bibe.

Fermandarê Hêzên Navendî yê DYAyê (CENTCOM) general Michael Kurilla, wezîfa xwe dewrî Amiral Brad Cooper kir. Merasima dewra wezîfê li Floridayê li bajarê Tampayê di Navenda Kongrê de hat kirin.

Di merasimê de rayedarên Pentagonê û lîderên hevkarên DYAyê û yên welatên ortax yên bergiriyê hebûn. Kurilla dema wezîfa xwe dewr kir got:

“Di bin serpereştiya Amiral Brad Cooper de, desteka wezareta bergiriyê û serokatiya hevpar ya Kûrmayê, bi desteka hevkar û ortaxên me, ji bo milletê me di sefa pêşî de leşkerên me, deryavani, hêzên hewayî, piyadeyên deryayî, wezîfedarên ewlehiya peravan û berevanên fermandariya newendî, wê her wext bi ser bikevin.”

Fermandarê nû yê CENTCOMê Amiral Cooper jî got ku di wexta serpereştiya Kurilla de hêzên hevpar xizmetekî baş kirine û ji bo ew anîne ser vê wezîfê minnetdariya xwe pêşkêş kir.

Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.