Guterres bertek nîşanî cezayên Amerîkayê da!

Guterres bertek nîşanî cezayên Amerîkayê da!

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres fikarên xwe yên cidî li hember biryara Amerîkayê ya sepandina cezayên li ser dadwerên Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) nîşan da. Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq di civîna xwe ya rojane ya çapemeniyê de helwesta Guterres a derbarê mijarê de bi raya giştî re parve kir.

"Di konferansa NYyê ya Filistînê de beşdariyeke giran tê çaverêkirin"

Ji aliyê din ve konferansa çareseriya du dewletan ku li Neteweyên Yekbûyî derbarê pirsgirêka Îsraîl-Fîlîstînê de tê lidarxistin, tê payîn ku beşdariyeke mezin bigre. Alîkarê Berdevk Haq li ser nûçeyên hin dewletan banga beşdarnebûna konferansê kirine nirxand û got, "Em bawer dikin ku hemû welatên endamên sîstema Neteweyên Yekbûyî wê bi xwe biryara xwe bidin. Lê em li bendê ne ku di civînê de beşdariyeke berfireh were kirin."

Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.