Hakan Fîdan û Sekreterê Giştî yê NATOyê bi rêya telefonê axivîn

Hakan Fîdan û Sekreterê Giştî yê NATOyê bi rêya telefonê axivîn

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bi rêya telefonê bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte re axivî.

TRTê ragihand ku Hakan Fîdan bi rêya telefonê bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte re axivî ye, bi îşareta çavkaniyên ji Wezareta Karên Derve.

Di hevdîtinê de hewldanên ji bo bidawîkirina şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de hatin nirxandin.

Herwiha, amadekariyên ji bo Civîna Bilind a NATOyê ya ku wê di 24-25ê Hezîrana 2025an de li Laheyê, paytexta Holandayê, were lidarxistin, hatin nîqaşkirin.

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.