Hamasê soz da 10 rehîneyan serbest berde

PeyamaKurd – Di demekê de ku danûstandinên ji bo agirbestê li Xezzeyê berdewam dikin, Hamasê ragihand ku ew razî bûye ku di çarçoveya vê pêvajoyê de 10 rehîneyan serbest berde û diyar kir ku Îsraîl "danûstandinan dijwar dike".
Hamasê ragihand ku di çarçoveya danûstandinan de ew ê 10 rehîneyan serbest berde. Lêbelê, rayedarên Hamasê diyar kirin ku mijarên wekî gihandina alîkariyên mirovî bo herêmê, vekişîna artêşa Îsraîlê ji Xezzeyê û garantiyên agirbestê hîn jî têne nîqaşkirin.
Hamasê herwiha diyar kir ku helwesta Îsraîlê danûstandinan dijwar kiriye û tekez kir ku ji bo gihîştina rêkeftineke agirbestê, pêdivî ye ku mijarên krîtîk werin çareserkirin.
Rayedarê Hamasê Taher el-Nunu got, "Ji bo parastina gelê me, rawestandina sûcê qirkirinê û destûrdayîna ketin û herikîna alîkariyan a azad û bi rûmet heta ku şer bi temamî biqede, nermbûna pêwîst hat nîşandan."
Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.




