Îranê: Divê welatên Îslamî li dijî êrîşên Îsraîlê bi hev re tevbigerin

Îranê: Divê welatên Îslamî li dijî êrîşên Îsraîlê bi hev re tevbigerin

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkyan bi Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman re bi telefonê axivî.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Serokomariya Îranê, Pezeşkiyan di axaftina xwe ya telefonî ya bi Prensê Bin Selman re diyar kir ku divê welatên Îslamî ji bo rawestandina destdirêjiyên li ser hin welatên herêmê bi taybetî jî qirkirina Îsraîlê ya li Xezzeyê bi hev re tevbigerin.

Pezeşkiyan diyar kir ku ew daxuyanî û ramanên Welîehdê Erebistana Siûdî yên li ser hevkarî û hevgirtinê di navbera welatên cîran de bilind nirxand û got: "Eger welatên Îslamî destê xwe bidin hev, dikarin sûcên rejîma Îsraîlê li dijî gelê mezlûm ê Xezzeyê rawestînin, îstiqrar û aşitiyê pêk bînin û ji bo geşbûna zêdetir a herêmê bixebitin."

Pezeşkian bal kişand ser tehdîdên Amerîkayê yên êrîşan û wiha got: "Îranê tu carî şer û pevçûn nexwestiye. Di doktrîna me ya ewlehî û berevaniyê de cihê bikaranîna enerjiya nukleerê ya ne aştiyane nîne."

Pezeşkyan diyar kir ku mimkun e xebatên nukleerî yên welatê wî îsal jî wekî salên borî bi temamî bên piştrastkirin û got: "Îran ji bo çareserkirina hin aloziyan li ser esasê berjewendî û rêzgirtinê amade ye ji danûstandinan re. Em bi ti welatekî re şer nakin, lê di parastina xwe de dudil nîne û amadekarî û şiyana me di vê mijarê de di asta herî bilind de ye."

Welîehdê Erebistana Siûdî Bin Selman jî diyar kir ku ew nêzîkatî û helwêstên Pezeşkiyan ên ji bo xurtkirina hevgirtinê di navbera welatên Misilman de qedrê xwe didin.

Bin Selman bal kişande ser vê yekê ku hevkariya Îran, Erebistan û welatên din ên navçê dikare bi awayekî bi bandor li xurtkirina îstiqrarê û dabînkirina aştiyê bibe alîkar, "Erebistana Siûdî amade ye ku ji bo çareserkirina her cure alozî û bêewlehiyê li navçê rola xwe bilîze."

 
Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.