Li Komara Domînîkê hejmara miriyan derket 184an

PeyamaKurd – Ji ber hilweşîna banê cihê şahiyê yê li welatê Komara Domînîkê ya Karayîp 184 kes mirin. Rêveberê Navenda Operasyonên Lezgîn (COE) Juan Manuel Mendez derbarê bûyera li cihê şahiyê "Jet Set" a li Santo Domingoyê de agahiyên nû parve kirin.
Mendez ragihand ku jimara miriyan li cihê şahiyê derketiye 184an. Ligel ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê hêj bi dawî nebûne, lêkolîna derbarê sedema qezayê da dewam dike.





