Parlementerên Kurd ji ber Helebceyê rûniştinên li parlemana Iraqê boykot dikin

PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê wê îro saet 13:00an bicive. Tê payîn ku di rojeva rûniştinê de li ser daxwazên mamosteyan nîqaş bên kirin.
Parlamentera Yekîtiya Nîştimanperwerên Kurdistanê (YNK) ya Parlamentoya Iraqê, Çiro Hemeşerîf ku nûnertiya Helebceyê dike, di daxuyaniyekê de ji çapemeniyê re ragihand ku hemû aliyên Kurdistanî helwêsteke hevbeş nîşan daye û biryar dane heta ku proje qanûna dayîna statuya parêzgehê ya Helebceyê nekeve rojevê, dê beşdarî civînên parlamentoyê nebin.
Parlamentera Kurd tekez kir, ew razî nabin ku dengdana li ser proje qanûna Helebceyê bi projeyek din ve were girêdan.
Ji bo proje qanûna dengdanê bê dayîn îmzeyên zêdeyî 120 parlamenteran hatin komkirin û pêşkêşî Serokatiya Meclîsê bê kirin.
Proje qanûna ku berî niha çendîn caran hatibû rojevê, derbasî qonaxa dengdanê bû, lê ji ber nerazîbûnên hinek aliyên Sune û Şîe dengdan nehat kirin.
Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.




