Îsraîlê dagirkirina Refahê û derxistina hemû Filistîniyan ji bajêr ragihand

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz di 18ê Adarê de ragihandibû ku ew ê agirbestê bişkînin, bajarê Refahê yê li başûrê Şerîda Xezzeyê dagir bikin û hemû Filistîniyan dersînor bikin.
Katz serdana "Korîdora Morag" a ku her du bajarên Xezzeyê yên Refah û Xan Yûnisê ji hev diqetîne, kir û got ku herêmên mezin di nav herêmên ewlekariya Îsraîlê de cih girtine û ev yek jî Xezzeyê piçûktir û îzole dike. Wezîr diyar kir ku artêşa Îsraîlê wê vê herêmê bi temamî kontrol bike û Refahê bike herêmeke tampon. Wî herwiha got ku plana Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo koçberkirina bi darê zorê ya Filistîniyan li Xezzeyê dest pê kiriye.
Dagirkeriya artêşa Îsraîlê ya li Xezzeyê dewam dike. Îsraîla ku di 18ê Adarê de agirbest şikand û êrîşên nû li ser Xezzeyê da destpêkirin, fermanê dide Filistîniyên li bajaran ku bi zorê wan vala bikin. Ji ber ku artêşê herêma tampon li derdora Xezzeyê berfireh kir, Korîdora Netzarim ji nû ve hat dagirkirin û korîdora nû ya "Morag" hat avakirin û bajarên Refah û Xan Yûnis li başûrê Xezzeyê ji hev vediqetîne.





