DAIŞê li Dêrezorê êrîşî HSDyê kir

PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Dêrezorê di navbera wan û çeteyên DAIŞê de şer derketiye.
Derbarê şer de ji aliyê HSDyê ve daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Hêzên me bi şaneyeke terorîst a DAIŞ'îê re li bajarokê Teyana li rojhilatê Dêrezorê şer kirin. Di hewleke domdar de ji bo sûdwergirtin ji rewşa aloz a niha li Sûriyeyê, şaneyên terorîst ên DAIŞê berdewam in ji bo têkbirina ewlehî û aramiyê.”
Li gorî daxuyaniyê, endamên DAIŞê bi roketavêjan çeper û wesayiteke piştevaniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirine armanc, lê di êrîşê de tenê ziyanên madî çêbûne.
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.




