Hevdîtina Rûsya û DYA li Stenbolê: Ukrayna ne li ser maseyê ye

PeyamaKurd – Heyetên Amerîka û Rûsyayê wê 10ê Nîsanê roja Pêncşemê cara duyemîn li Stenbolê bicivin. Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce diyar kir ku wê di hevdîtinê de Ukrayna nekeve rojevê.
Civîna şandên her du welatan li Stenbolê wê roja Pêncşemê 10ê Nîsanê (îro) demjimêr 10:00ê sibehê li avahiya Balyozxaneya Rûsyayê ya li Stenbolê were lidarxistin.
Şanda Rûsyayê wê bi serokatiya Aleksandr Darçîyev ku wek Balyozê Rûsyayê li Washingtonê dest bi kar bike. Şanda Amerîkayê wê ji aliyê Alîkara Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Rûsyayê û Ewropaya Navîn Sonata Coulter ve were birêvebirin.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov li Moskowê ji rojnamevanan re axivî û got, wê aliyên Rûsî li ser asta Wezareta Derve beşdarî danûstandinan bibin.
DYA: Bi Rûsyayê re rojev ne Ûkrayna ye
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce diyar kir ku heyetên DYA û Rûsyayê wê di 10ê Nîsanê de li Stenbolê bicivin û Ûkraynayê wê nekeve rojevê.
Bruce destnîşan kir ku di hevdîtinan de tu mijarên siyasî û ewlehiyê nayên gotûbêjkirin û teqez wê Ukrayna nekeve rojevê.





